Tanrikulu: Li Tirkiyê di 8 mehan de 30 zarok hatine kuştin

.

Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Sezgîn Tanrikulu raporek li ser tundî û destdirêjiyên ku li Tirkiyê hatine kirin ragihand. Tanrikûlû radigihîne ku di nav 8 mehên sala 2022’an de, li Tirkiyê ji aliyê mêran ve kêmtirîn 30 zarok hatine kuştin û li 175 zarokan jî destdirêjî hatiye kirin.

Sezgîn Tanrikulu bi mebesta ‘Hefteya Zarokan a Cîhanî’ de bal kişand ku li Tirkiyê, metirsiyên li ser zarokan berdewam dikin û di astên metirsîdar de, mafên zarokan yên jiyanê jî di nav de mafên zarokan tên binpêkirin. Tanrikulu ragihandiye ku destdirêjiyên li ser zarokan, di encama hişmendiya desthilatdariya li Tirkiyê de wiha metirsîdar rû dide û divê zarok, bi her awayî di nav ewlehiyê de bikarin jiyana xwe berdewam bikin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin