Tanrikûlû: Di sala 2021ê de mafên 2 hezar û 964 mirovî hatin binpêkirin

.

Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikûluyî diyar kiriye ku di sala 2021ê de mafê jiyanê yê 2 hezar û 964 mirovî hate binpêkirin, îşkence û kiryarên xerab li 3 hezar û 145 mirovî hate kirin.

Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê û Wekîlê Serokê Komîsyon Lêkolînên Mafên Mirovan a Parlamentoyê, “Rapora Binpêkirinên Mafan a 2021ê” weşandiye. 

Li gorî raporê di sala 2021ê de mafê jiyanê yê 2 hezar û 964 mirovî hate binpêkirin, îşkence û kiryarên xerab li 3 hezar û 145 mirovî hate kirin.

Tanrikûlûyî dema rapora xwe amade kiriye, ji daneyên Komeleya Mafên Mirovan, Rêxistina Efûyê û Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê jî fêde wergirtiye.  Hin xalên ku di raporê de derketine pêş, wiha ne:

*Hêzên ewlekariyê midaxele kêmanî li 334 civîn û xwenîşandanên aştiyane kirine. Kêmanî 3 hezar û 500 mirov desteser bûne, beşek ji wan hatine girtin. 

*Di çalakiyên li dijî tundkariya mêran de, li 16 bajaran Walîtiyan kêmanî 57 caran civîn û xwenîşandan qedexe kirine. 

*Di sala 2021ê de an ji ber nûçeyên wan an jî dema bûyer/pêşketin dişopandin, êrîş birine ser 26 rojnamegeran/bernameçêkeran.

*Li girtîgehan 925 bûyerên îşkence û kiryarên xerab bûne. 

*200 mirovên ku xwestina azadiya rêxistiniyê bi kar bînin, hatine girtin. 

*Di mijara azadiya xweîfadekerina ramanan de li ser hev 386 caran binpêkirin pêk hatine. 

*Kêmanî di 130 dozî de 250 rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatine desteserkirin. 

*RTUKê bi 71 biryaran kanalên TVê bi 21 milyon û 500 hezar lîre cezayê pereyan ceza kiriye (23 jê ji bo Halk TVyê, 21 jê jê ji bo TELE 1ê, 15 jê ji bo Fox TVyê, 8 jê ji bo KRTyê, 4 jê ji bo Habertürkê).

*Saziya Îlanên Çapemeniyê Cûmhûriyet, Evrensel, BirGun û Sozcu jî di nav de saziyên medyayê bi 115 roj cezayê qutkirina îlanan ceza kiriye. 

*Di sala 2021ê de herî kêm 92 kes (41 jê rojnameger, nivîskar, weşanger) ji ber axavtin, nivîs an jî ji ber ku azadiya xweîfadekirinê bikar anîne, bi cezayê girtîgehê yan jî yê pereyan hatine cezakirin.

Kurdistan Haberleri

Jiyan Omer: Heta sîstemeke nenavendî neyê avakirin, pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin
Dana Gas û Crescent Petroleumê 2 milyon dolar dan mexdûrên lehiya Çemçemalê
Erdogan: Pêvajoya Aştiyê bi lez pêşve diçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Ewropayê nexşerêyekê bo pêşvebirina mafên mirovan amade dikin
Barrack: Heta DAÎS bi temamî têk biçe hêzên Amerîka li Sûriyê dimînin