Talankirina kangehên Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve ji berê zêdetir bûye

.

Nûçegihaniya hikûmî ya “Îrna”yê ragihandiye ku “kangeha zêra “Qulqule” ya bajarê Seqizê di egera destbikarbûnê de yekemîn û mezintirîn kangeha berhemanîna zêr li seranserê Îranê ye û di vê halê de Seqiz beheşta kangeha binirx a Îranê dimîne”.

Nûçegihaniya hikûmî ya “Îran”yê, roja Sêşemî 8ê Xakelêweya 1402an a Rojî, di raporekê de belav kiriye ku “kangeha zêr ya “Qulqule”ya bajarê Seqizê di heyamek zêd de kar li ser tê kirin û biryar e rojane rêjeyeke zêde ji zêra wê kangehê bê derxistin”.

Eva jî di halekê de ye ku rejîma Îranê çav xistiye li ser kangehên jêr erdî yên Kurdistanê û bi hemû hêz û wizeyekê ve hewla derxistina kangehên jêr redî dide û bi talan dibe.

Eva ku rast e û haşa jê nayê kirin, siyaseta talana Komar Îslamî ya Îranê derheq Kurdistanê û xelkê wê ye. Kurdistan xwediyê sedan kargehê cur bi cur ên bi nirx û çavkaniya girîng a bin erdê û sirûştî ye ku zêdetir ji 4 dehik e Komara Îslamî ya Îranê bi talan û dizî û têkdanê, bûye sedema jinavçûna ew hemû dahata sirûştî ya giranbuha li Kurdistanê.

Nuçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike
Kallas: Tirkiye hê jî aktorekî herêmî ye