Tahîr Elçî di 8emîn salroja kuştina xwe de li Amedê hat bibîranîn!

.

Îro 28.11.2023 de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 8emîn salvegera kuştina xwe de, bi bernameyekî dirêjîya rojê ji alîyê malabat û Barorya Diyarbekirê ve tê bibîranînê. 


Îro 28,11,2023 de Tahir Elçî bi tevlê bûna hevjîna wî Turkan Elçî, Serok û endamên Baroya Diyarbekirê, Serokê Yekîtîya Baroyên Tirkîyê(TBB) Av R. Erinc Sagkan, Serokê Baroya Diyarbekirê Av Nihat Eren, Prof. Phlip Leach (Middlessex Uni), Av Irma VAN DER BERG (Lawyers For Lawyers) û gelek meslektaşên û Berpis û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û gelek Partî, Sazîyên sîvîl, rewşenbîr û kesên din li ber Edlîyeya Diyarbekirê berbi Minara Çar ling ya Tahir Elçî li wê hatibû kuştin meşîyan.

Li ber Minara Çarling Hevjîna wî Turkan Elçî, Serokê Yekîtîya Baroyên Tirkîyê (TBB) Av. R. Erinç Sagkan, Serokê Baroya Diyarbekirê Av. Nihat Eren axifin. 

Bernameya bibîrhanînê dê berdewam be. 

Dê di saet 13.45 de gora Tahir Elçî were ziyaretkirinê, Paşinê jî dê di saet 15.00 de Panelekî bi navê ”Mafê Mirovan û Bê Cezakirin”ê bi beşdarîya Serokê Yekîtîya Baroyên Tirkîyê (TBB), Serokê Baroya Diyarbekirê Av. Nihat Eren, Prof. Philip LEACH (Middlessex Uni) û Av. Irma VAN DER BERG (Lawyers For  Lawyers) panelekî were pêkhanînê.

Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî 28.11.2015de, di dema ku li bin Minareya Çarling a Diyarbekirê beramber şerê li dij Bakûrê Kurdistan daxûyanî dida, bi êrişeke çekdarî hat kuştinê. 

Rûpela Nû/Diyarbekir

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle