Tabelaya Kurdî ya şaredariyê hat rakirin

.

 Qaymeqamê Xoyê yê li bakurê parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê tabelaya Şaredariya Kotolê ya ku bi Kurdî bixêrhatina xelkê dikir rakir.

Qaymeqamê Xoyê Hisên Ebasî doh tabelaya ku ji aliyê Şaredariya Kotolê ve roja çarşemê hatibû danîn rakir.

Li ser tabelayê bi alfebeyên Erebî û Latînî “Bi xêr hatin bajarê Kotolê” hatibû nivîsandin, her wiha Farisiya wê jî li ser hatibû nivîsandin.

Tabelaya ku bi Kurdî li ser hatibû nivîsandin, berî rakirina wê

Tabela bi fermana Şaredarê Kotolê Silêman Mame ve hatibû danîn.

Silêman Mame xelkê bajarê Bokanê ye û sala borî wekî Şaredarê Kotolê dest bi erkê xwe kiribû.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, rakirina tabelayê di nav şêniyên Kotolê de bûye sedema nerazîbûnan.

Şaredarê Kotolê ji kesayet û çalakvanên bajêr re gotiye, nivîsandin û danîna tabelayan di çarçoveya desthilata şaredariyê de ye û ew dê hewl bidin careke din wê tabelayê dayînin.

Bajarokê Kotolê dikeve herêma Kotolê ya parêzgeha Urmiyê û 5 kîlometreyan dûrî sînorê Bakurê Kurdistanê ye.

Kotol girêdayî bajarê Xoyê ye û şêniyên wê Kurd in lê hinek Azerî jî li bajêr hene.

Li gorî serjimêriya sala 2016an, bajarokê Kotolê nêzîkî hezar û 200 malî li xwe digire û zêdetirî 5 hezar kesî li wir dijîn.

Kurdistan Haberleri

Rapora hikûmetê: Li Herêma Kurdistanê ji sedî 10ê bikarhênerên madeyên hişbir jin in
Hikûmeta Şamê li Serê Kaniyê û Girê Spî sindoq danîne
Koreya Bakur moşekên balîstîk avêtin Deryaya Japonyayê
NATO: Ez ji Trump bawer dikim ku krîza Rûsya-Ukraynayê çareser bike
Îsveçê 150 heb balafirên Gripen difroşe Ûkraynayê