Sûriyeyê dibistanên ji bo hînkirina zimanê Kurdî pejirandin

.

Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyeyê dibistanên ji bo hînkirina zimanê Kurdî pejirandin.

Parlamenterê Sûriyeyê û Endamê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Ehmed Murad ji Rûdawê re got ku Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyeyê “lîsteyeke destpêkê ya dibistanan” ragihandiye ku ji bo hînkirina zimanê Kurdî hatine pejirandin.

Ehmed Murad diyar kir ku lîsteya ragihandî lîsteyeke destpêkê ye û dê paşê lîsteyeke din bê ragihandin ku dibistanên li Kobanî û Dêrikê jî dihewîne.

Li gorî wî, li şûna navên ku di qonaxên berê de hatine Erebîkirin navên Kurdî yên resen ên gundan di navên dibistanan de hatine pejirandin.

Ev gav wekî gavêke ji bo vegerandina navên resen ên herêm û gundên Kurdan tê dîtin.

Li gorî lîsteya destpêkê, hejmar û cihên dibistanên pejirandî ev in:

Hisîça: 608 dibistan

Heleb: 308 dibistan

Hema: 5 dibistan

Şam: 17 dibistan

Tê plankirin ku dosyaya bernameyên waneyan û rêyên bipêşxistina wan di yekemîn civîna Meclîsa Gel de bên nîqaşkirin.

Civîn dê roja yekşemê bê lidarxistin û Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê Mihemed Tirko jî dê beşdarî wê civînê bibe.

Di vê civînê de, li gel dosyaya bernameyên waneyan û rêyên bipêşxistina wan, hinek dosya û mijarên girîng jî dê bên nîqaşkirin.

Siyaset Haberleri

Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a leşkerî ya Brîtaniyayê kir
Bîranîn û berxwedana Kobaniyê li Pêşangeha Şopa Rengan hatin zindîkirin
Wezîrê Pêşmerge: Proseya yekkirina hêzên 70 û 80ê bi serkeftî bi dawî hat
Xelîlur Rehman: Em dê ji bo bilinkirina dengê gelên ku nûnertiya wan li NYyê nîne bixebitin
Netanyahu: Ez naxwazim Tirkiye were başûrê Sûriyeyê