Sûriye û Îsraîl li Ewropayê hevdîtinên veşarî pêk tînin

.

Sûriye û Îsraîl bi hevdîtinên veşarî li Ewropayê nêzî hev dibin.

Li gorî televîzyonê ya El-Meyadînê ya Lubnanê, ku ji i24.Newsê wergirtiye, karsazên Sûrî û rayedarên Îsraîlî li Ewropayê civiyan. Rêveberiya Ehmed Şera, tevî tengezariyan, ji bo têkiliyên dîplomatîk ên bi Îsraîlê re vekirî xuya dike.

Rojnamevan Eta Ferhad ragihand ku Şera dixwaze “aştî” û “têkiliyên dostane” bi pêş bixe. Ev hevdîtin di nav tundûtûjiya mezhebî ya li herêmên Durzî û êrîşên asmanî yên Îsraîlê de pêk tên.

Îsraîl Şamê bi piştgirîkirina komên çekdar tawanbar dike. Her weha, nûnera Amerîkayê Marlin Stutzman îdia kir ku Ehmed Şera ji bo Peymanên Birahîm “bi şertan” amade ye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle