Sûriye: Tirkiye pabendî rêkeftina bi Rûsyayê re nabe

.

 Li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultan17mîn gera danûstandinên Astana ya taybet bo kirîza Sûriyê bi beşdarbûna welatên garantor Rûsya, Îran û Tirkiyê bi dawî bû. Cîgirê Wezîrê derve yê Sûriyê Eymen Susan dibêje Tirkiye pabendî rêkeftina bi Rûsyayê re nabe.

Nûnerê hikûmeta Rûsyayê ragihand ku çalakiyên grûpên terorist li Sûriyê zêde bûne.

Nûnerê Taybet ê Serokatiya Rûsyayê bo karûbarên Sûriyê Alexander Lavrentyev got "Diderbarê çalakbûna grûpên terorîst û DAIŞê û êrîşên wan ên ser hêzên Hikûmeta Sûriyê de em dilgiranin. Artêşa Sûriyê neçare bersiva wan bide."

Adara 2020an di derbarê rawestandina şerê li Idlibê de rêkeftinek di navbera serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de hatibû îmzekirin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê dibêje ku Tirkiye pabendî wê rêkeftinê nebûye.

Cîgirê Wezîrê derve yê Sûriyê Eymen Susan "Gelek encamên baş ê civîna Astana hebûn, lê encam wê hîn baştir bana, eger hikûmeta Erdogan derbarê  rewşa Sûriyê de pabendî rêkeftina xwe ya li gel Rûsyayê bibûya."

Di cîvênê de gelek mijarên wek gihandina alêkariyên mirovî, berdewamkirina karê Komîteya Destûrê, bihevguhertina zindaniyan û dîlan û eşkerekirina çarenivîsa kesên windayî hatin gotûbêjkirin.

Yekem gera Astana di 2017an de dest pê kiribû, herwiha biryare gera 18e mîn di nîvê yekem sala bê de bê sazkirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin