SÛRIYE - Komîteya Bilind a Hilbijartinan dest bi xebatan kir

.

Komîteya Bilind a Hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê dest bi kar û xebatan kir.

Komîte çavdêriya avakirina desteyên hilbijêr ên şaxan dike ku ev deste dê du ji sêyên endamên Meclisa Gel hilbijêrin.

Destpêka Hezîrana îsal Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer biryarnameya serokatiyê ya bi hejmara 66an a sala 2025an derxist ku bi biryarnameyê komîteyeke bi navê “Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encûmena Gel” bi serokatiya Mihemed Teha El Ehmed hate avakirin.

Hejmara endamên Meclisa Gel 150 ye ku li gorî hejmara niştecihên li parêzgehan û li gorî kategoriyên rûspî û rewşenbîran û li gorî şertên ku ji aliyê Komîteya Bilind a Hilbijartinan ve hatine pejirandin, tên belavkirin.

Yek li ser sê endamên meclisê ji aliyê Serokkomar ve tên destnîşankirin ku 50 endam in.

Di heman demê de du beşên din jî bi rêya komîteyên hilbijartinê yên pejirandî li parêzgehan bi vî awayî tên belavkirin:

“Heleb 20 kursî, Şam 11 kursî, Gundewarê Şamê 10 kursî, Hums 9 kursî, Hema 8 kursî, Lazqiye 6 kursî, Tertûs 5 kursî, Idlib 7 kursî, Dêrezor 6 kursî, Heseke 6 kursî, Reqa 3 kursî, Dera 4 kursî, Siwêda 3 kursî û  Quneytra 2 kursî.”

Kurdistan Haberleri

Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye