Sûriye: Grûpeke din a çekdar bi navê Kombûna Şehba hate avakirin

.

Çend grûpên çekdar grûpeke din a leşkerî ya bi navê Kombûna Şehba li bakurê Sûriyê ava kirin.

Baskê Rojhilat yê Grûpa Ehrar el-Şam, Ehrar el-Tewhîd, Tevgera Nûredîn Zenkî ku nêzîkî Desteya Tehrîr el-Şam e, di bin siya grûpeke din de bi navê Kombûna Şehbaa li gundewarê Helebê li bakurê Sûriyê hevdû girtin.

Di vidyoyekê de ew grûpa nû dibêje, ew dixwazin armancên Şoreşa Sûriyê biparêzin û berdewam bin heta hilweşandina hikûmeta Sûriyê.

Li gor heman daxuyaniyê, ewê refên xwe yên leşkerî rêk bixin ji bo ku berevaniyê li navçeyên azadkirî li gor gotina wan bikin lê ya rastî, ew navçe ji aliyê wan bi xwe ve hatine dagirkirin.

Di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê didin ku ewê rûbirûyî rêkxistina DAIŞê û HSD û qaçaxçîtiya bi madeyên hişbir bibin.

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?