Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin

.

Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê Mihemed Beşîr got ku welatê wî ew ê di demek nêzîk de bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê û çêkirina boriyên gaza xwezayî li seranserê sînorê xwe rêkeftinekê bike.

Mihemed Beşîr roja Yekşemê 4ê Gulana 2025an ji ajansa fermî ya nûçeyan SANA re ragihand ku welatê wî plan dike ku peymanek îmze bike da ku bi rêya xeta veguhestinê ya 400 kîlovoltî elektrîkê ji Tirkiyeyê îtxal bike.

Li gorî daxuyaniya Wezîr Beşîr, Tirkiye û Sûriye li ser boriyeke gaza xwezayî ji bajarê Kilîsê heta Helebê dixebitin û ev boriyê wê ji herêma Efrîne derbas bibe.

Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê diyar kir ku rojane 6 milyon metrekup gaza xwezayî ji boriyê ber bi santrala elektrîkê ya li Sûriyeyê ve diçe.

Di 4ê Sibatê de, di konfranseke rojnamevanî ya hevbeş de ligel Serokê Demkî yê Sûriyê Ehmed Şera, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku îradeya gelê Sûriyê xurt e û ew ê di qonaxa nû de piştgiriyê bidin wan.

Erdogan tekez kiribû ku serdana "dîrokî" ya Şera bo Tirkiyeyê dê bibe sedema avakirina hevrêzî û biratiyek nû di navbera her du aliyan de.

Kurdistan Haberleri

Rola wergerandinê di pêşxistina zimanê kurdî de - Salih Cefer *
Şaxewan Ebdullah: Birîna meaşan tawaneke dîrokî ye
12 rufatên kurdên Êzidî radestî malbatên wan tên kirin
Hevserokê MSDê: Projeya me ne federalîzm lê ne-navendî ye
Serokê DÎSÎDERê: Aştiya civakî garantiya aborî ye