Sûriye: Divê rê li ber operasyonên Tirkiyê bê girtin

.

 Parlamentoya Sûriyê gef û kiryarên Tirkiyê şermezar dike û banga li Civaka Navdewletî dike, ku rê li ber kiryarên Tirkiyê bigirin.

Serokê Parlamentoya Sûriyê, Hemûd Sebbax ragihand, kiryarên hikûmeta Tirkiyê berdewamiya şerê li dijî Sûriyê ne.

Sebbax herwiha got, ew bi tundî biryara Parlementoya Tirkiyê şermezar dikin, ku tê de “Rêpêdana 2 salî bi pêkanîna operasyoneke leşkerî li dijî Iraq û Sûriyê” da serokomarê Tirkiyê.

Serokê Parlamentoya Sûriyê, ew biryar bi nerewa û neyasayî bi nav kir û daxwaz ji Civaka Navdewletî kir, ku rêgiriyê li ber binpêkariyên hikûmeta Tirkiyê li dijî xelkên sivîl bike.

Hevdem hejmarekê ji endamên Parlamentoya Sûriyê ragihandine, ku derbasbûna Tirkiyê bo nav xaka Sûriyê gefeke metirsîdar e li ser aştî û ewlehiya navdewletî û binpêkirina yasayên navdewletî.

Parlamenterên Sûrî herwiha daxwaz ji Encûmena Asayişê ya Navdewletî kir, ku siyaset û kiryarên hikûmeta Tirkiyê protesto bike û wê neçar bike ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û nema piştgiriya terorê bike.

Kurdistan Haberleri

Sûdanî: ‘Çarşema Sor’ li Iraqê dê bibe tatîla fermî
Fuad Hisên: Me gelek bizav kirine ku komkujiya Êzidiyan li ser asta navneteweyî wekî jenosîd bê naskirin
DIHOK - 4 kes di Çemê Xazirê de xeniqîn
Daraza Îranê 6 mehkûman îdam kir ku 3 ji wan Kurd in
Hamasê peyama "domandina şer" da