Sûriye deriyên bazirganî yên bi Rojavayê Kurdistanê re vedike

.

Hate ragihandin ku hikûmeta serdema veguhêz a Sûriyê li ser sînorên navbera wan û Herêma Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê amadekariya vekirina deriyên bazirganî dike.

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, niha Hikûmeta Demkî ya Sûriyê qadan amade dike da ku deriyên bazirganî bi navçeyên Rêveberiya Xweser re veke.

Hate diyarkirin, wan navçeyên Reqa, Dêr Hafirê şopandiye û kar li ser amadekirina deriyan tê kirin.

Herwiha hate diyarkirin, Rêveberiya Gumrikê ya Helebê bi dehan barhilgirên sebze û madeyên xwarinê yên dihatin Reqayê rawestandine û bacê ji wan dixwazin.

Hêjayî gotinê ye, piştî hatina ser kar a rêveberiya nû ya Sûriyê tevî hewldanan jî hîn lihevkirineke dualî di hemû waran de çênebûye. Lê belê ligel vê jî hikûmeta demkî herî dawî ragihand wan bi Rêveberiya Xweser re li hev kirine rojane 15 hezar bermîlên petrolê û miliyonek metresêca gazê werbigirin.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê