Suphan Çabûk, girtiye nexweş miriye

.

Suphan Çabuk li Amedê di sala 2016an de hatibû girtin û ji 16ê Kanûna 2020an ve li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê ragirtî bûye. Duh 12ê Çiriya Pêşiyê li girtîgehê rewşa wî xirab bûye û birine nexweşxaneyê. Çabuk tevî midaxeleya li nexweşxaneyê nehatiye rizgarkirin her weha koça dawî kiriye.

Cenazeye Suphan Çabuk ji aliyê malbata wî ve ji ATKê hatiye girtin û ber bi Amedê ve bi rê ketine. 

Suphan Çabuk ku  di sala 2016an de hatibû girtin û  di 16e Kanûna sala 2020an heta niha  li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê ragirtî bûye. dûh piştî ku malbata Çabuk agahiya mirina wî bihîstiye bi Hevserokê Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê Mehmed Gunduz, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Pasûrê ya Amedê Asim Ozgen ve ketin rê û nîve şeve gehiştine Rîzeyê. 

Malbata Çabuk cenazeyê xwe li  Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Rîze girtine û ji bo definkirinê ber bi navçeya Pasûrê ya Amedê bi rê ketine.

Her wiha Rêxistina HDP ya Rîze jî li ber ATK li cem malbatê bûye.

Hezar û 605 girtiyên nexweş hene

Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî heman raporê ji destpêka sala 2020an û vir ve herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine ku 7 ji wan piştî cezayê wan hate taloqkirin bi demeke kurt can dane.

Kurdistan Haberleri

Pîrozkirina Roja Alaya Kurdistanê Li Danîmarka
PWK: Em Çêr û Heqaretên Li Hemberî Leyla Zanayê Hatine Kirin Şermezar Dikin
Berdevkê ENKSê: Bêyî naskirina mafên Kurdan, aramî li Sûriyeyê pêk nayê
Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina ked, têkoşîn û bedelên gelê me û şehîdên me ne
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be