Supaya Pasdaran êrîşî sê keştiyên bazirganî li Tengava Hurmizê kir

.

 Fermandariya Hêzên Deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê îro 29ê Tîrmeha 2026an ragihand, wan dest danîne ser sê tankêrên petrolê yên ku "rênima binpê kirine". 

Di daxuyaniya Supaya Pasdaran de hat diyarkirin, hêzên wan bi temamî kontrola Tengava Hurmizê di destê xwe de digirin û parastina wê dikin. Li gorî Îranê, ev sê keştî tevî hişyariyan jî di "rêreweke neyasayî" re diçûn, lewma hatin armancgirtin û rawestandin.

Supaya Pasdaran careke din hişyariyeke tund da Washingtonê û ragihand: "Destwerdanên artêşa Amerîkayê û fermanên wê yên neyasayî yên li ser keştiyên herêmê, dê bê bersiv nemînin." Herwiha Amerîka bi têkdana ewlehiya deryayî ya herêmê jî tohmetbar kir.

Ev çalakiya deryayî ya Îranê di demeke pir hestiyar de tê ku herêm di nava aloziyeke tund re derbas dibe; bi taybetî piştî ku Amerîka û Siûdiyê li baregehên Haşda Şeibî yên li Iraqê xistin û ziyanên mezin gihandin wan, her wiha Urdinê jî ragihand ku wan pênc dronên Îranî yên ku asmanê wan binpê kiribûn, xistine xwarê.

Siyaset Haberleri

Senator Fedra: Divê Fransa ji bo Rojavayê Kurdistanê û mafên Kurdan çalaktir bibe
Civîna Îran û welatên Kendavê ya li ser Tengava Hurmizê hat bipaşxistin
Sûriyeyê dibistanên ji bo hînkirina zimanê Kurdî pejirandin
Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a leşkerî ya Brîtaniyayê kir
Bîranîn û berxwedana Kobaniyê li Pêşangeha Şopa Rengan hatin zindîkirin