Supasalarê Pêşmerge: Em tevahiya pêwîstiyan ji hêzên Pêşmerge re dabîn dikin

.

 Supasalarê Pêşmerge di çarçoveya serdana xwe ya ji bo sengerên Pêşmerge yên li Kifrî û Xurmatê de axivî û diyar kir, operasyonên bi hevkariya hêzên Iraqî li Kifrî û Xurmatû hatine kirin, encamên wê yên baş hebûn. Tevahiya pêwîstiyan ji hêzên Pêşmerge re dabîn dikin.

Supasalarê Pêşmerge Cemal Êmînkî daye zanîn: ‘‘Di civîna Serokatiya Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Pêşmerge, Wezîrê Navxwe û berpirsên mihwerên Pêşmerge de, guftûgo derbarê tevgera vê dawiyê ya DAIŞê û êrîşên wê li ser hêzên Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin.

Herwiha eşkere kiriye: “Di civînê de biryara pêkanîna komîteyekê ji bo serperiştîkirina sengersaziyeke nû ji bo sengerên Pêşmerge hate dayîn. Em îro jî hatin Mihwerê Du ji bo guftûgoyan derbarê diyarkirina mîkanîzma encamdana seghersaziyê û çawaniya dabeşkirina mihweran ligel fermandarên Pêşmerge bikin.”

Di berdewamiyê de eşkere kiriye: “Her operasyonek were kirin, wê encamên wê baş bin, ji ber ku bi rêya wê navçeyên di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de tê pakkirin. Tevgera DAIŞê zêde bûbû û bi riya van operasyonên, dê çalakiyên wan nemînin.”

Supasalarê Pêşmerge diyar kiriye, ew operasyona hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî ya di çend rojên borî de hatiye kirin, encamên wê yên baş hebûn.

Herwiha gotiye: “Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina pêwîstiyên serbazî ji Pêşmerge re, bi berdewam li ser xetê ne. Mebeseteke din a serdana me ji sengerên Pêşmerge re ew e, ji nêzîk ve pêwîstiyên Pêşmerge li mihweran çi ne.”

Derbarê hevahengiya di navbera Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê de jî, Supasalarê Pêşmerge Cemal Êmînkî gotiye: “Hevhangî di asteke beş de ye û heta niha çendîn civîn di navbera her du aliyan de hatine kirin û di pêwendiyan de berdewam in.”

K24

Kurdistan Haberleri

Hunergeha Welat klîpeke nû belav kir: Em Herin G
Sido Sidîq: Çend gotin bo 40 rojîya wefata Yusuf Bozarslan
Mîkaîl Aslan: Çi hesteke xweş e ku em li ser axa xwe azad in! 15 demjimêr berê
Azadiya Çapemeniyê: Tirkiye di rêza 158an de ye
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li Amedê çû seredana PWK, PSK, AKP, DEM Partî û PDK-Tyê