Sûdanî: Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê ne siyasî ne

.

Serokwezîrê Îraqê li Wasingtonê diyar kir ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê ne siyasî, teknîkî û yasayî ne.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îşev li Navenda Lêkolînan a Atlantîkê di panelekê de li ser rewşa Îraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê axivî.

Sûdanî ragihand ku eger Herêma Kurdistanê pabendiyên xwe bi cih bîne, dahata petrolê radest bike dê rêjeya ji sedî 12,67 a budceya Îraqê were şandin.

Sûdanî herwiha da zanîn ku biryara ragirtina hinardekirina petrola Kurdistanê pirsgirêka mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê saz kir.

Sûdanî diyar kir ku wan li ser biryara Dadgeha Federal a Îraqê mûçeyên Sibat û Adarê yên karmendên Herêma Kurdistanê şand.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî got:

“Rawestandina hinartina petrolê ji bo mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê pirsgirêk çêkir lê li ser biryarên Dadgeha Federalî me mûçeyên meha Sibatê û Adarê yên karmendên Herêma Kurdistanê şand.

Em bi Serok Joe Biden re li ser bicihkirina rêkeftina stratejîk axivîn û enerjî û jîngeh mijarên sereke yên civînên me bûn.”

Sûdanî behsa şerê Xezeyê jî kir û got:

“Divê civaka navneteweyî şerê li Xezeyê rawestîne. Divê Filistînî bibin xwedî dewleta xwe ya serbixwe. Em hişyariya mezinbûna şerê Xezeyê didin.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî sibe vedigere Îraqê.

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû