Sûdanî: Herêma Kurdistanê neçar ma girêbestên petrolê îmze bike

.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser kêşeyên petrol û gazê yên ligel Herêma Kurdistanê û çawaniya çareserkirina wan, ragihand; ji ber birîna budceyê, êrîşên DAIŞê û hatina bi milyonan awareyan, Herêma Kurdistanê neçar bû girêbesta petrolê encam bide, loma niha li ser vê mijarê di çarçoveya budceya giştî ya Iraqê de rêkeftin hatiye kirin.

Mihemed Şiya Sûdanî di hevpeyvînekê de ligeş kanala Al Jazeera ragihand, beşek ji wê rêkeftina siyasî ku hikûmeta nû ya Iraqê pê hatiye pêkanîn, li ser çareseriya kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê bûye, yek ji wan jî mijara petrol û gaz û çawaniya serederîkirina ligel wê ye.

Sûdanî herwiha dibêje: “Di sala 2014an de, ji ber şerê li dijî DAIŞê di holê de bû, budceya Herêmê hatibû birîn, herwiha Herêm li ber pêwîstiya temwîlkirina şer û bi milyonan awareyan bû ku berê xwe dabûn û guvaş li ser xizmetguzariyan dirust kiribûn, loma neçar bû ku xwe bispêre çend girêbestan.”

Derbarê rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê de, Sûdanî eşkere kir, rêkeftin di çarçoveya budceya giştî ya Iraqê de hatiye kirin, şeş meh diyar kirine û dê hinekî din jî paş bikeve, da ku yasaya petrol û gazê derbixin, ku bi awayekî giştî pêwendiyên Bexda û Herêma Kurdistanê rêk dixe.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’