Sûdanî ferman da ofîsan da ku zeviyan bidin Kurdên Êzidî

.

 Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ferman da ofîsan da ku zeviyan bidin karmendên Kurd ên Êzidî.

Ofîsa Serokwezîrê Îraqê 5ê vê mehê ji wezaretên plandanîn, darayî, avakirin û bicihkirinê û Banka Navendî û Parêzgariya Nînowayê nivîsek şand.

Ofîsê ji wan xwest ku zevî, kerediyên xaniyan bidin karmendên Kurd ên Êzidî û karmendên ji pêkhateyên din.

Ofîsa Serokwezîrê Îraqê di nivîsa xwe de xwestiye ku ev yek nebe sedema guherîna demografiyê.

“Biryar girîng e”

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Xelef Şingalî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku biryar gihiştiye destên wan jî û li pey çû:

“Biryar girîng e çimkî di maweyê 50 salên borî de biryareke bi vî rengî nehatiye dayîn.”

Li gorî nivîsê dê karmendên wezaretan, xizmên şehîd û revandiyan û astengdar karibin van zeviyan wergirin.

Di nivîsê de ji ofîsên plandanînê hatiye xwestin ku li ser projeyê bixebitin û dema zevî tên belavkirin divê demografiya herêman neguhere û pêkhateyên li herêman werin parastin.

Xelef Şingalî diyar kir ku dê biryar di demeke nêzîk de were bicihanîn û dê Êzidî jî ji zevî û kerediyên xaniyan sûdê wergirin.

Hat zanîn ku Serokwezîrê Îraqê ev biryar ji bo salvegera 10an a Komkujiya Şingalê derxistiye

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê
Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire