Sûdanî: Çareseriya hemû pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye

.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro Şemiyê got: “Hemû pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, çareserî jê re hene.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di hevdîtina xwe ya ligel hejmarek şîrovekarên siyasî û rojnamevanan de got: “Eger em li ser destûr li hev bikin, çareserî ji tevahiya pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê re hene.”

Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser wê yekê jî kir ku ew li ser vê mijarê rasterast bi rayedarên Herêma Kurdistanê re axiviye.

Hikûmeta Sûdanê ku di encama lihevkirina piraniya hêzên siyasî yên Sune, Şîe û Kurdistanî de hatiye avakirin, cîbicîkirina bendên wê lihevkirinê û çareserkirina nakokiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de ji erkê wê ye.

Di navbera Hewlêr û Bexdayê de dîrokeke tijî nakok heye ku bi salan kom bûne, nemaze yên girêdayî dosyayên petrolê û enerjiyê, budceya darayî û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û dosyayên din.

Hewlêr Bexdayê bi binpêkirina bendên destûrê tometbar dike û dibêje, Herêm her dem amade ye pirsgirêkên di navber her du aliyan de bi riya danûstandin û diyalogê çareser bikin.

ÇAVKANÎK24

Kurdistan Haberleri

Ji ber gendeliyê bi dehan parlamenter û berpirsên Îraqî hatin desteserkirin
Egîdê Kurdan di boksê de bû Şampiyonê Cîhanê
Cenazeyê Pêşmergeyekî PAKê li otelekê hat dîtin
Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat