STO’yên li Wanê bang kirin: Bêtedbîrî û şowa sîyasî karesat mezintir kir

STO’yên li Wanê, derbarê karesta aşûtê ya li navçeya Miksê pêk hat daxuyanî dan û gotin: “Bêlîyaqetî, torpil û xapandina di nava pergala dewletê de, bêtedrîbî û şowa sîyasî karesata heyî di roja duyemîn de mezintir kir.”

Navenda Nûçeyan- Platforma Şaxa Sendîkaya Kedkarên Çemawerî (KESK) ya Wanê, Lijneya Koordînasyona Yekitîya Odeyên Endezyar û Avahîsaz ên Tirk (TMMOB) ya Wanê, Odeya Bijişkan a Wan-Colemêrgê û Baroya Wanê, derbarê karesta 2 aşûtên li navçeya Miksê ya Wanê pêk hatin, 41 kesan tê de jîyana xwe ji dest dan de daxuyanî dan û 100 kes birîndar bûn de, daxuyanî dan çapemenîyê.  Daxuyanî li avahîya KESK’ê ya Wanê hat lidarxistin.

 

‘BÛN SEDEM KU KARESAT MEZIN BIBE’

 

Berdevkê Demî û Serokê Şaxa Egîtîm Senê Bedîr Yamaç, di civîna daxuyanîyê de axivî û wiha got: “Yekemîn karesata aşûtê, bûyerek xwezayî bû, lê karesata aşûtê ya duyemîn ji ber bêtedbîrî rû da. Ez tevlî xebatên lêrîn û rizgarkirina welatîyên sîvîl bûm. Di xebatê de bi tu awayî tedbîr nehatibûn girtin û xebat  ji xweremere dihat kirin. Gelo çima di demê xwe de tedbîr nehatin girtin? Hemû gelê Wanê mereqa bersiva vê pirsê dike. Bêlîyaqetî, torpil û xapandina di nava pergala dewletê de, bêtedrîbî û şowa sîyasî karesata heyî mezintir kir.”

 

‘DESTHILATDARÎ Û SAZÎYÊN WÊ DIBIN AŞÛTÊ DE MAN' 

 

Yamaç di dewama axaftina xwe de wiha got: “Vê karesata aşûtê, carek din nîşanî me da ku, bêtedbîrî û bêlîyaqetî rê li ber karesatên wiha vedike. Mixabin desthilatdarîya sîyasî û sazîyên wê dibin vê aşûtê de mane.” 

 

STO’YÊN WANÊ WÊ SIBE BIÇIN HERÊMÊ

 

Lijneya Koordînasyona TMMOB’ê ya Wanê, Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê û Baroya Wanê, di dawîya daxuyanîyê de, ragihandin ku ewê sibe biçin herêma aşûtê û lêkolînan bikin. 

 

 

Siyaset Haberleri

Baroyên Bakurê Kurdistanê li ser Rojîn Kabaîşê daxuyaniyeke hevpar da
Hemas: Em çekan danaynin û ewlehiya Xezeyê dê di destê me de be
Dadgeha Îranî ya Kermanşahê 20 sal ceza da çalakvanên dînî
Fûara Pirtûkan ya 9em ya Diyarbekirê destpêkir
Ji dema ketina rêjîma Esed ve 41 goristanên bikomî hatine dîtin