Stoltenberg: Ketina moşekên bi ser Polonyayê de ne xetaya Ukrayna ye

.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, li ser şeva borî ketina du fuzeyan bi ser sînorên Polonyayê de ragihand ku ew bûyer li demeke ku Rûsyayê êrîşeke moşekî ya berfireh li ser Ukraynayê de pêk dianî rû daye.

Stoltenberg da zanîn, dibe ku ew moşekên ketine Polonyayê moşekên Ukraynayê yên bi rêya sîstema berevanîya asmanî li dijî moşekên Rûsyayê hatibe avêtin be.

Jens Stoltenberg piştî civîna NATO ya bi daxwaza Polonyayê hat kirin got, lêkolînên li ser bûyera Polonyayê didomin û divê li benda encamên lêkolînan bin.

Stoltenberg da zanîn: “Belgeyek tune ye ku îsbat bike ev êrîşeke bi qestî bûye. Lêkolînên destpêkê derdixin holê ku bûyer bi rêya sîstema berevanîya asmanî ya Ukraynayê li dijî moşekên Rûsyayê hatine teqandin pêk hatiye, lê belê bi awayekî eşkere dibêjim, ev ne xetaya Ukraynayê ye.”

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye