Stoltenberg Bang li Endamên NATO'yê Dike ku Pirtir Çekan Bidin Kîevê

.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg îro Înê bang li dewletên endam kir ku pirtir çekan bidin Ukrayna.

Stoltenberg ji ajansa nûçeyan ya Almanî, DPA re got ku serketina Kîevê û têkçûna Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di berjewendîya wan ya ewlekarî de ye.

"Çêtir e ku Ukrayna bo sîstemên li wî welatî bi cîh bûne alîkarî wergire û pêdivîya wî welatî niha pirtir bi cebilxaneyê heye," Stoltenberg got.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy heftya borî ji welatên Rojavayî xwestibû ku bo xurtkirina sîstemên berevanîya esmên alîkarîyê bidin.

Washingtonê hefteya borî bo Kîevê alîkarîyeke bi qasî 2 mîlyar dolarî ragihandibû ku tê de sîstema berevanîya Patriotê jî heye.

Stoltenberg ji DPAyê re got ku rêka herî zû ya aştîyê, piştgirîya leşkerî ya ji Ukrayna re ye.

"Bi danûstandinan dawî li piranîya şeran tê û tiştê Ukrayna dikare bi danûstandinê bi dest bixwe, wê bi alîkarîya leşkerî ve girêdayî ye."

Şerê Rûsya û Ukraynayê di dawîya Sibatê re destpê kiribû ku Rûsya wî şerî wek operasyoneke taybet bi nav dike, lê welatên Rojavayî ew wek dagirkerî dibînin.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye