STENBOL - Keremo jî di nav de 12 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

.

 Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer de bi “hinceta PKKyê” 12 kes hatin desteserkirin ku nivîskar û helbestvan Keremo jî di nav de ye.

Şaredarê Esenyurtê yê CHPyê Ahmet Ozer 30ê Çiriya Pêşîn bi “hinceta endamtiya PKKyê” hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, di çarçoveya lêpirsîna derbarê Ahmet Ozer de bi “hinceta endamtiya PKKyê” biryara desteserkirina 12 kesên din da.

Serdozgerî îdia dike ku 12 kes “endamê TDOyê” ne û pêwendiyeke wan a berdewam li gel Ahmet Ozer hebûye.

Di operasyona hêzên ewlehiyê de îro 12 kes hatin desteserkirin û ji bo wergirtina îfadeyê tîman ew birin birêvebiriya ewlekariyê.

Parêzer Suphî Ozgen li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku helbestvan Keremo jî hatiye desteserkirin û ji ber biryara nihênîbûna dosyayê wî nikariye biçe cem wî.

Hat ragihandin ku 6 kesên hatin desteserkirin 4ê Tîrmeha 2022yan di civîna Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê de dema Şaredar Mustafa Gultak gotiye bila kesên dibêjin “PKK/YPG/PYD rêxistina terorê ye” destê xwe bilind bikin, wan destê xwe bilind nekiriye.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê
Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire