Soylu: Kesê bombe daniye hat desteserkirin

.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê derbarê teqîna Stenbolê de ragihand: Kesê bombe daniye hatiye desteserkirin, êrîş ji aliyê PKKyê ve hatiye kirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu, di civîneka rojnamevanî de ragihand, kesê ku bombe daniye kolana Îstqlalê hatiye desteserkirin û delîlên êrîşê nîşan didin ku êrîş ji aliyê PKK û PYDê ve hatiye kirin û fermana êrîşê ji Kobaniyê hatiye dayîn.

Soylu got: “Li gor nirxandina me fermana êrîşê ji Kobaniyê hatiye dayîn û êrîşkar ji Efrînê derbasî Tirkiyeyê bûye. Ew kesê ku bombe daniye cihê teqînê ji aliyê Asayîşa Stenbolê ve hate desteserkirin.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê her wiha got: “Baca wê çi be bila bibe, em dê heta dawiyê têkoşîna terorê bikin. Nedilsoziya xwedêgiravî hevpeymanên me ku senatoyên xwe pere ji terorîstan re dişînin eşkere ye. Li gor delîlên di destê me, PKKyê û PYDyê ev êrîş kirine. Em ê di demeke nêzik de bi giranî bersiva vê êrîşê bidin.”

Soylu, nasnameya kesên di êrîşê de hatine kuştin aşkere kir û diyar kir ku 6 kesan canê xwe ji dest dane.

Derbarê birîndaran û rewşa wan a tendirustiyê de, Soylu da zanîn, 81 birîndar bûne, 50 birîndar piştî wergirtina çareseriyên bijîşkî ji nexweşxaneyan hatin derxistin. Hin ji wan li nexweşxaneyan çareseriyan werdigirin, 5 birîndar niha di lênihêrîna giran de ne, rewşa 2 birîndar jî giran e.

Kurdistan Haberleri

Heyder Şeşo: Em dixwazin ewlehiya Şingalê radestî Pêşmergeyan were kirin
Hakan Fîdan bi şandeya Hamasê re civiya
Barrack: Rexne ji bo Sûriyê li Îsraîlê kir
Di mehekê de 12 kolberên Kurd bûn qurbaniyên êrîşên hêzên Îranê
Xelkê Siwêdayê komîteya lêkolînê ya Şamê red kir: Lêkolîna navdewletî xwestin