Şoriş Îsmaîl: Pêşmerge ji bo parastina xelk û xaka Kurdistanê amade ye

.

 Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl diyar kir ku ew baweriyê didin xelkê Kurdistanê ku  Pêşmerge ji bo parastina xelk û xaka Kurdistanê amade ye.

Li navçeya Xurmatûyê ya parêzgeha Kerkûkê bombeyek bi Hêza Hevbeş de teqiya, 2 fermandarên Pêşmergeyan û nobedarek şehîd ketin û 3 efser jî birîndar bûn.

Şoriş Îsmaîl serxweşî li malbatên Pêşmergeyên şehîd ketine kir û wiha got:

"Tevger û metirsiya grûba terorîstên DAIŞê û tarîperestan hîn jî bi taybetî li wan hermên ku valahiya ewlehiyê hene di navbera hêza Pêşmerge û Artêşa Îraqê de bi dawî nebûye.”

Navên wan Pêşmergeyên şehîd bûne wisa ne, Fermandar Saman Sabir Silêman, Fermandar Mihemed Reza Kerîm û efser Şerîf Ehmed Mihemedemîn

Wezîrê Pêşmerge da zanîn ku hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo têkbirin û parastina xak û xelkê Herêma Kurdistanê amade ye.

Li gorî gotina Şoriş Îsmaîl ji bo nehiştina DAIŞê dê operasyon û hevkariyên hêza Pêşmerge û Artêşa Îraqê berdewewam bikin.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê