Şoriş Îsmaîl: Em ê bi alîkariya Amerîkayê çend çaksaziyan di Wezareta Pêşmerge de bikin

.

 Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl, ji bo hin serdanên fermî bi rayedar û berpirsên Amerîkayê re li paytexta Amerîka Washingtonê ye.

Şoriş Îsmaîl di vê serdana xwe de, beşdarî merasîmeke ligel Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdulrehman, Cîgira Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Dina Strawler û hejmarek efseran bû.

Şoreş Îsmaîl di axaftina xwe ya merasîmê de got: “Hevkariyeke me ya stratejîk bi Amerîkayê re heye, Hêza Pêşmerge, artêşa Iraqê, Amerîka û heypeymanan bi hev re DAIŞ têk birin û xîlafeta wê xilas kirin. Em wek Wezareta Pêşmerge berdewam girîngiya vê pêwendiyê dibînin, me DAIŞ têk bir û xîlafeta wê xilas kir. Em weke Wezareta Pêşmerge girîngiyê didin vê pêwendiyê.”

Wezîrê Pêşmerge herwiha got ku şerê li dijî DAIŞê hîn bi dawî nebûye û ragihand, “Bi alîkariya şêwirmendên Amerîka û welatên din em ê çend çaksaziyan di Wezareta Pêşmerge de bikin.”

Hat ragihandin ku wê Şanda Wezareta Pêşmerge bi berpirsên Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê, Wezareta Derve, endamên Kongresê û Koşka Spî re jî bicive.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle