SOHR: Topbarana hêzên girêdayî Tirkiyê û Şamê li Idlib û Helebê dewam dike

.

 Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku şerê navbera komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve û hêzên bi ser rejîma Sûriyê ve, li Idlib û Helebê berdewam dike.

Li gorî SOHRê, hêzên Şamê îro 25ê Mijdarê berbangê bi moşekan herêmên Filêfil, Fitêra û Sifohn ên Cebel El Zawiyê yê li başûrê Idlibê û bi çekên giran eniyên El-Meşerî yên Sehil El Xab a li bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Herwiha SOHRê daye zanîn, çekdarên bi ser Tirkiyê ve jî baregehên hêzên rejîma Sûriyê li eniyên şer ên li rojavayê Helebê û Melacê û Hezarîn ên başûrê Idlibê bi moşekan topbaran kirin.

Hêjayî gotinê ye, doh 24ê Mijdarê jî di encama topbarana hêzên Sûriyê ya li dijî gundên Kefer Teal û Tedîl ên rojavayê Helebê de çekdarek hatibû kuştin, lê derbarê ziyanê êrîşên îro de tu hurgilî nehatine belavkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle