SOHR: Milîs li Helebê li dijî Kurdan sûcên şer dikin!

.

 Rêvebirê Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) Ramî Abdurrahman dîyar kir ku hêzên opozîsyonê li dijî Kurdên Helebê tawanên şer pêk anîne û ew neçar kirine ku xwe li Efrînê û deverên din ên di bin kontrola Tirkîyê de bigirin.

Abdurrahman got, “Hin komên çekdar ên girêdayî hêzên opozîsyona Sûriyê yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, tawanên şer li dijî welatiyên Kurd li Helebê dikin.”

Ev kom welatiyên Kurd neçar dikin ku birevin Efrîn û deverên din ên di bin kontrola Tirkiyê de, da ku bêjin ew bi îradeya xwe vegeriyane.” Abdurrahman tekez kir ku hêzên opozisyonê xelkê taxên Şêx Meqsûd û Eşferafiye, du taxên Kurdan li Helebê, îşkence kirin û tekez kir ku divê ew tax û şêniyên wan bên parastin.

Wî herwiha got, şeva borî Tehrîr el-Şam û alîgirên wê hewl dan li Hemayê pêşde biçin, lê artêşa Sûriyê bi alîkariya balafirên şer rê li pêşdeçûnê girt û hêzên opozîsyonê 15 kîlometran dûr xistin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle