SOHR: Li gundekî Helebê 7 ciwan ji ber ‘peywendiya bi Rêveberiya Xweser re’ hatin girtin

.

Hêzên Ewlehiya Giştî ya Sûriyeyê bi ser gund Nêrebiyê yê ser bi bajarê Babê ve li bakurê Helebê de girtin û herî kêm 7 ciwanên Kurd girtin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, Sedema vê serdegirtinê jî, dozên ku ji aliyê alîgirên Artêşa Niştimanî (hevpeymaniyeke grûpên çekdar e û di sala 2017an de bi piştgirî û rêxistinkirina rasterast a Tirkiyeyê ve hatibû avakirin) ve hatine vekirin e. Ew gundiyan tawanbar dikin ku di dema Rêveberiya Xweser de zevî û milkên wan bikar anîne.

Di dema serdegirtinê de di navbera gundî û hêzên ewlehiyê de alozî û pevçûn derketin. Li gorî şahidan, endamên dewriyeya Hêzên Ewlehiya Giştî êrîşî çend jinan kirine û li wan xistine. Ev yek bû sedema hêrseke mezin di nav şêniyên gund de. 

SOHR destnîşan dike, vekirina van dosyayên kevin û pêla girtinan, beşek ji siyasetê zextê ya li ser şêniyên deverê ye, bi taybetî yên ku berê bi Rêveberiya Xweser re têkildar bûn.

Pêştir di 15ê Nîsanê de jî komên "Hemzat" û "Emşat" bi ser heman gundî de girtibûn. Di wê operasyonê de 9 malên malbatên Kurd  hatibûn talankirin.

Siyaset Haberleri

Senator Fedra: Divê Fransa ji bo Rojavayê Kurdistanê û mafên Kurdan çalaktir bibe
Civîna Îran û welatên Kendavê ya li ser Tengava Hurmizê hat bipaşxistin
Sûriyeyê dibistanên ji bo hînkirina zimanê Kurdî pejirandin
Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a leşkerî ya Brîtaniyayê kir
Bîranîn û berxwedana Kobaniyê li Pêşangeha Şopa Rengan hatin zindîkirin