SOHR: Heya niha HTŞ 12 hezar memûrî ji ser kar derxist

.

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) ragihand ku rêvebiriya HTŞê ya Şamê heya niha 3 hezar mamosteyan ji wezareta perwerdê, ji ser karên wan derxistiye. Ji wezaret û dezgeyên dinan yên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê heya niha bi temamî 12 hezar memûran ji ser karên wan derxistiye.

SOHRê ragihand ku memûrên ji ser kar derxistine ji wezareta tenduristiyê, wezarata perwerdê û rêvebiriya lîmana Lazkiyê ne. 3 hezar memur ji wezareta perwerdê ne. Çavkaniyên SOHRê gotine ku do ji şîrketa Hesin û Pola jî 500 karkeran ji kar derxistine.

SOHRê ragihand ku ji ber kiryarên Şamê karmend hetine rewşekî zor û dibe ku ev kiryar bibe sedema krîzekî nûh û hem ya maddî.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle