SOHR: Grûpên çekdaran kurdên Minbicê li nasnameyê dikujin

.

 Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve li bajarê Minbicê kurdan li nasnameyê dikujin û mal û milkên Kurdan ku hejmara wan nêzîkî 30 hezar malbat e, didizin û talan dikin.

Grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyeyê ve çend roj in derbasî nava bajarê Minbicê bûne û piştî şer û pevçûnên giran di navbera wan û şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê de, hejmarek ji taxan kontrol kirine.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, çekdaran li taxa Newace, El-Esediye û Rêya Cezîrê dest bi kiryarên tolhildanê kirine, mal û milkên welatiyan didizin û talan dikin, pişre malan dişewitînin. 

Da zanîn jî, 3 kes ku di nava wan de jinek hebû, li bajarê Minbicê ji aliyê grûpên çekdaran ve hatin kuştin.

Amaje bi wê jî kir, 10 welatiyên sivîl di encama topbarana hêzên Tirkiyeyê li ser gundê Zerfan ê rojhilatê Minbicê de hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan da zanîn jî, bi şer û pevçûnan re, hejmarek mezin ji xelkê Minbicê ber navçeyên rojhilatê Firatê ve koçber dibin.

Piştî ku Heyet Tehrîr El-Şamê û hevalbendên roja 27ê Mijdara borî dest bi operasyona li ser Helebê kir, grûpên çekdaran ên ser bi Artêşa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyeyê ya ku Tirkiye piştevaniya wê dike, roja 30î Mijdarê dest bi operasyona “Berbanga Azadiyê” li dijî Til Rifet, gundên herêma Şehbayê û Minbicê kir.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle