SOHR: Dronên Tirkîyê li Nêzî Bendava Tişrînê Êrîş Birin Ser Sîvîlan

.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Sêşemê ragihand ku dronên Tirkîyê li Bendava Tişrînê ya Minbicê ya li rojhilata Helebê 2 êrîş ser sîvîlan.

SOHR da zanîn ku di êrîşan de 2 sîvîl hatine kuştin û 70 kesên din jî birîndar bûne ku rewşa hinekan giran e.

Pevçûnên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û çekdarên bi piştgirîya Tirkîyê ji 12’ê Berfanbarê vir ve li dora Minbicê gur bûne.

Raportên SOHR nîşan didin ku di pevçûnan de heta niha 459 kes hatine kuştin ji wan 46 sîvîl in, 338 çekdarên bi piştgirîya Tirkîyê ne û 75 jî şervanên HSD’ê ne.

SOHR dibêje ku êrîşên dawî yên hêzên Tirkîyê alozîya heyî gurtir dikin û Enqerê hewil dide ku pirtir axên Sûrî dagir bike.

Êrîşên Tirkîyê di vê demê de tên ku karbidestên navnetewî bang li Enqerê dikin ku êrîşên xwe yên li Sûrîyê bisekinîne.

Jêder: SOHR

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê
Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire