SOHR: Di êrîşên Tirkiyê de 12 kes hatin kuştin, 8 ji wan sivîl in

.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, di êrîşên artêşa Tirkiyê de, 12 kes hatin kuştin, 8 ji wan sivîl in.


SOHRê da xuyakirin, 6 karkerên sivîl ku li kargeheke leşkerî ya girêdayî HSDê kar dikin, li herêma El-Ruwêş li gundewarê bakurê Dêrezorê di encama êrîşeke droneke Tirkiyeyê de hatin kuştin. Herwiha hate diyarkirin, 4 endamên HSDê jî di wê êrîşa Tirkiyeyê de hatin kuştin. 
Li gorî SOHRê, droneke Tirkiyeyê otomobîlek li ser rêya Dêrezorê û Hesekê kir armanc û di encamê de, 2 sivîl hatin kuştin.


SOHRê daye xuyakirin, ji destpêka sala 2025an ve 19 kes di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmên HSDê de hatine kuştin ku 13 kes sivîl in. 12 kesên din jî birîndar bûne jî 7 ji wan sivîl in.

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK