SOHR: Di 2024an de li Efrînê 600 binpêkirin çêbûn

.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) amarên binpêkirinên mafê mirovan ên li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji sala Adara 2018an ve hatiye dagirkirin eşkere kir.

SOHRê ragihand ku di sala 2024an de li Efrînê 600 rewşên binpêkirina mafê mirovan çêbûne. Herwiha di salekê de li herêma Efrînê 30 teqîn rû dane û 133 kes jî di êrîş û rewşên cuda de hatine kuştin.

Çavdêriyê diyar kir, ji dema kontrolkirina Efrînê ya ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve heta niha kirîza mirovî li Efrînê her zêde bûye û binpêkirinên li hemberî sivîlan hê jî berdewam in.

SOHRê bang li civaka navdewletî kir ku sivîlên di bin desthilata çekdarên Tirkiyê de biparêzin û rê li ber binpêkirinan bigirin.

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide