SOHR: Cenazeyên hezar û 702 penaberan ji Tirkiyeyê şandine Sûriyeyê

.

Li gorî daxuyaniya SOHRê hezar û 479 cenaze di deriyên sînorî yên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê re cenaze şandine Sûriyeyê.

Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyaniyek weşandiye û diyar kiriye ku heta niha hezar û 702 cenazeyên penaberan ji Tirkiyeyê şandine Sûriyeyê. Li gorî daxuyaniya SOHRê van kesan di dema erdhejên 6ê Sibatê yên li Mereşê pêk hatine, can dane.

SOHRê destnîşan kiriye ku hezar û 479 cenaze di deriyê sînorî yê Bab el-Hewayê (Cîlvegozu), 166 cenaze jî di deriyê sînorî yê Bab el-Selamê (Oncupinar), 22 cenaze di deriyê sînorî yê El Raiyê (Çobanbey), 20 cenaze di deriyê sînorî yê Cerablisê û 15 cenaze jî di deriyê sînorî yê Cindirisê re şandine.

NY: Li Sûriye û Rojavayê 6 hezar kes mirine

Erdhejê bandoreke mezin li navçeyên Sûriye û Rojavayê jî kiriye. Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekgirtî, li Sûriyeyê li herêmên di bin kontrola hêzên çekdar ên di bin kontrola Tirkiyeyê de ne 4 hezar û 600 kes, yên di bin kontrola hikûmetê de jî hezar û 400 kes mirine.

Yek ji Koordînatorê Bernameya Xurekan a Cîhanî ya NYyê Mûhannad Hadî ji Associated Pressê re gotiye, heta xebatên lêgerîn û rizgarkirinê biqede, dibe hejmara miriyan zêdetir bibe.

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike
Kallas: Tirkiye hê jî aktorekî herêmî ye