SOHR: Çekdarên girêdayî HTŞê li Humsê 22 kes kuştin

.

 Hate ragihandin ku li bajarê Humsê di 72 saetên dawî de, di encama êrîşên ser pêkhateyên elewî, şîe û murşîdiyan ên çekdarên girêdayî HTŞê de, 22 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, komên çekdar ên xwecihî yên girêdayî rêveberiya HTŞê di 72 saetên dawî de li gundên niştecihên wê elewî, şîe û murşidî, operasyonên tesfiyekirinê pêk anîne û di encamê de de 22 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

SOHRê herwiha da zanîn ku li wan gundan bi dehan kes hatin revandin, heqaret û îşkence li wan hat kirin, destdirêjî li sembolên olî hate kirin, komkujî hatin kirin û bi cenazeyan hate lîstin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle