SOHR: Çekdaran li Helebê 5 welatiyên elewî kuştin û laşê wan jî parçe kir

.

 Çavdêrîya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdaran doh 24ê Kanûnê êrîşî ser mezargeha “Ebû Ebdullah El Hisên El Xesîbî” li devera Meyslûn li bajarê Helebê kiriye û di encamê de 5 xizmetkarên mezargehê hatine kuştin.

SOHRê daye zanîn ku çekdaran laşê kuştiyan perçe kirine û mezargeha elewîyan jî wêran kirine û şewitandine. Herwiha dîmenên êrîşa çekdaran a piştî êrîşê jî li ser medya civakî belav bûn ku pêl termên kesên kuştine dikin û diruşmên Allahu Ekber diqîrin.

Hate ragihandin ku piştî wê bûyarê nerazîbûna xelkê li herêmên beravên Sûriyeyê û şêxên mezheba elewî zêde bûye û ji serokê demkî yê Sûriyê Ehmed Şerî xwestine, êrîşkerên mezarê û kujerên xizmetkaran darizîne. Herwiha piştî bûyerê xelkê herêmên beravên Sûryeyê banga xwepêşandanan kirine.

Hêjayî gotinê ye, Ebû Ebdullah El Huseyn El- Xasîbî şêxê elewiyan e û ji bo wan xwedî sembolîzma olî ya mezin e.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle