SOHR: 27 TIRên alîkariyê gihîştin Rojavayê Kurdistanê

.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandin ku Hevpeymaniya Navdewletî karwaneke ji 27 barhilgiran pêk tê ya alîkariyên lojîstîk û tenduristiyê şand Rojavayê Kurdistanê .

SOHRê diyar kir ku Hevpeymaniya Navdewletî ji bo pêşî li tirsa vegera DAIŞê bigre hevkarî û alîkariya bo hêzên Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.

Hate ragihadin ku herî dawî bi 27 barhilgirên madeyên lojistîk û tenduristî bo baregeha Qesrik ya rojavayê Hesekê hatiye şandin.

Li aliyê din jî SOHRê diyar kiriye ku çekdarên DAIŞê li ser rêya ba Siwer û Ezba yên Dêrazorê êrîşî otomobîleke HSDê kirine û di encamê de 2 endamên HSDê birîndar bûne. SOHRê daye zanîn, DAIŞê ji destpêka îsal ve 5 êrîş li navçeyên HSDê pêk anîne û 5 endamên HSDê can dane.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle