SKJN: Çarenivîsa endamê me Goran Ezim ne diyar e

.

Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê (SKJN)  ji Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê xwest çarenivîsa endamekî wan eşkere bike.

Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku mehek di ser girtina endamê wan Goran Ezim re derbas dibe û heta niha kesek nizane li ku derê ye û çi hatiye serê wî, ew li nav bazara bajarê Qamişlo ji aliyê grûpeke çekdar ve, bê hebûna ti kaxetekê ji dadgehê hatiye girtin.

Tora rojnamevanan dibêje, ev yek li dijî yasayên Rêveberiya Xwesere û li dijî azadiya rojnamevaniyê ye û berovajî yasaya ragihandinê ya Rêveberiya Xweser bi xwe ye.

Tora Rojnamevanên Kurdên Sûriyê daxwaza diyarkirina çarenivîs û berdana endamê xwe kir.

Roja 26ê meha borî, Goran Ezim li gel 3 welatiyên bi navên Ehmed Ebdilrezaq Mela Ehmed, Seyfedîn Hec Mihemed û kurê wî Mihemed li Qamişlo hatine girtin, heta niha ew jî nehatine berdan.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle