Siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê Xalid Meşayix koça dawî kir

.

Xalid Meşayix siyasetmedarê Kurd yê ji Rojavayê Kurdistanê, di temenê xwe yê 86 salî de li Almaniya koça dawiyê kir. Dê cenazeya Meşayix ji bo Rojavayê Kurdistanê were veguhestin û li Qamişlo were binaxkirin.

Îsmaîl Mistefa ku kesekî nêzîkî Xalid Meşayix bû, ji Rûdaw re got, ku Xalid Meşayix çend roj bû nexweş ketibû û vê dema dawiyê nikarîbû biaxive, û îro serê sibehê jî li bajarê Rin-plim yê Almaniya koça dawiyê kiriye.

Di derbarê veguhestina cenazeyê Xalid Meşayix de, Îsmaîl Mistefa got, heta ku ew kaxezên nexewşxaneyê temam bikin, dê cenazeyê Mistefa Meşayix ji bo Hewlêrê bişînin û ji wir jî ji bo bajarê Qamişlo bişînin, da ku li wir were binaxkirin.

Xalid Meşayix yek ji kesayetiyên nifşê yekem bû, ku tevlî yekem partiya Kurd li Rojavayê Kurdistanê Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya bibû, gelek caran ji aliyê hêzên Hikûmeta Sûriyê ve hatibû girtin, ku herî kêm 9 sal û 6 mehan ji temenê xwe di zindanên hikûmeta Sûriyê de derbas kiribû.

Xalid Meşayxi di sala 1935an de li bajarê Tirbe Spiyê ya Cizîra Rojavayê Kurdistanê ji dayik bibû, û îro di temenê xwe yê 86 salî de, li Almanya koça dawiyê kir.

Kurdistan Haberleri

Rola wergerandinê di pêşxistina zimanê kurdî de - Salih Cefer *
Şaxewan Ebdullah: Birîna meaşan tawaneke dîrokî ye
12 rufatên kurdên Êzidî radestî malbatên wan tên kirin
Hevserokê MSDê: Projeya me ne federalîzm lê ne-navendî ye
Serokê DÎSÎDERê: Aştiya civakî garantiya aborî ye