Siyasetmedarê Amerîkî: Divê dadweriya Iraqê bê cezakirin yan jî reforman bike

.

 Siyasetmedar û parêzerê Amerîkî Joe Wilson ragihand ku Dadgeha Bilind a Iraqê nedestûrî ye û bûye alaveke welatên herêmî.

Wilson li ser biryarên Dadgeha Bilind a Iraqê yên dijî Herêma Kurdistanê bi taybet di warên enerjî, rawestandina hinardeya petrolê û berjewendiyên aborî de got, “Divê siza li ser sîstema dadweriyê ya Iraqê bê sepandin an jî bi temamî reform tê de bê kirin.”

Endamê Kongreya Amerîkayê yê Partiya Komarî û parêzer Joe Wilson biryarên Dadgeha Federalî yên guvaşa aborî û siyasî li ser Herêma Kurdistanê dikin şermezar kir û dadgeh bi xizmetkirina berjewendiyên welatên herêmî tometbar kir.

Herwiha Wilson daxwaza danîna cezayan li ser Iraqê yan jî reformên sîstematîk di desthilata dadwerî ya Iraqê de kir.

Joe Wilson kî ye?

Joe Wilson siyasetmedar û parêzerekî Amerîkî û endamê Partiya Komarî ye û ji sala 2001ê ve endamê Kongreya Amerîkayê ye û nûnerîtiya eyaleta Carolînaya Başûr dike.

Wilson herwiha endamê bilind ê lijneya karûbarên derve yên civata nûnerên Amerîkayê ye û Serokê Lijneya Lawekî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û Asyaya Navîn e û endamê Lijneya Lawekî ya Ewropayê ye.

Wilson niha serokê desteya erkê ewlehiya niştîmanî û karûbarên derve yên komîteya lêkolînên komariyan ji bo kongireya 118ê ye.

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide