Siyasetmedara Kurd wekî yek ji 10 siyasetmedarên herî balkêş ên Almanyayê hat binavkirin

.

Xanimeke siyasetmedar a Kurd wekî yek ji 10 siyasetmedarên herî balkêş ên seranserê Almanyayê hat binavkirin.

Rojnameya BILDê ya Almanyayê ku yek ji yên herî navdar û zêde tê firotin e bi hişê çêkirî dest bi lêkolîn û rapirsiyekê kir.

Bi vî awayî ku wêne û agahiyên 1900 parlamenterên herêman û Parlamentoya Federal a Almanyayê dane modeleke hişê çêkirî da ku siyasetmedarên herî balkêş destnîşan bike.

Di nav van nêzîkî 2 hezar parlamenteran de xanima parlamenter a Kurd Seyran Papo ji herêma Schleswig-Holsteinê bûye yek ji 10 siyasetmedarên herî balkêş ên Almanyayê.

Seyran Papo ser bi Partiya Demokratên Xirîstiyan (CDU) e û di nav partiya xwe de çalak e.

Ew gelekî li ser wan dozan dixebite ku ji bo Kurd, Kurdistan û diyasporaya Kurdan li Almanyayê girîng in.

Bêguman Seyra Papo gelek caran bûye mêvan li studyoya Rûdawê ya Almanyayê û bi Kurdiyeke xweş a Cizîrî siyaseta Almanyayê ji bo temaşevanên Diyasporayê zelal kiriye.

Kurdistan Haberleri

Saziyên sivîl yên jinan alîkariyê bo jinên Rojavayê Kurdistanê dişînin
Trump: Operasyona bejahî ne di hişê min de ye
Îranê gef li Herêma Kurdistanê xwar: Em dê li hemû saziyan bidin
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî: Ji ber êrişeke terorîstî hilberîna petrolê ya HKNyê rawestiya
Komeke Berxwedana Îslamî berpirsiyariya êrişên li Dihok û Hewlêrê li xwe girt