Siyasetmedar: Nabe Rojavayê Kurdistanê bibe qada şer di navbera Turkiyê û PKKê de

.

Balafirên Turkiyê di çarem roj de, çendîn xalên HSDê û jêrxane li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin kontrola HSDê de, bombebaran kirin.

Di êrîşên roja çarem de, 8 kes li Amûdê û 3 kes jî li Dêrikê birîndar bûn û gelek ziyanên madî hatin tomarkirin.

Li gorî daxuyaniyên HSDê, ji destpêka êrîşên Turkiyê ve bi dehên xalan hatine bombebarankirin û “17 kesan canên xwe ji dest dane û bêtirî 60î birîndar bûne”.

Wezareta Berevaniyê ya Turkiyê diyar kir ku wan "di êrîşên li Bakurê Sûriyê de, wan 17 ji HSDê kuştine".

*Divê behaneyên êrîşan nemînin

Li ser êrîşên Turkiyê serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê Mistefa Ozçelîk ji Welat TV re da zanîn ku nabe Rojavayê Kurdistanê bibe qada şer di navbera Turkiyê û PKKê de.

Her weha Serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdistan -Sûriya Beşar Emîn got: ”Êrîşa Enqerayê behane ji Turkiyê dirust kir ku êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike”, Emîn diyar kir ku diyaloga Kurdî giring e ji bo rawestandina êrîşan.

Di rîşên Tukiyê de, ji bilî qurbaniyan, bi dehan jêrxane li Rojavayê Kurdistanê ji kar ketin, ev yek jî rewşa deverê aloztir dike.

Welat TV - Hewlêr

Kurdistan Haberleri

Piştî lûtkeya NATOyê, biryar li ser çekdanîna PKKê tê dayîn
Senatoya Amerîkayê desthilatên şer ên Trump sînordar kirin
Sekreterê NATOyê: Eger Îran bigihe çekên atomê dê cîhan wêran bibe
CENTCOM: Hêzên me li Rojhilata Navîn di amadebaşiya herî bilind de ne
HRANA: Îranê vê mehê 127 kes îdam kirin