Siyamend Haco: Dê bandora nêzîkbûna Tirkiye û Sûriyê li ser Rojavayê Kurdistanê hebe

.

Civîna çaralî ya cîgirên wezîrên derve yên Sûriye, Tirkiye, Îran û Rûsyayê li Moskoyê ji bo gotûbêjkirina pêwendiyên navbera Şam û Enqereyê de bûye cihê girîngîpêdana hemû aliyên pêwendîdarî dosyeya Sûriyê.

Ji Misrê, Serokê Şepêla Surî ya Çaksaziyê Şikrî Şêxanî, ku beşek ji Encûmena Sûriyeya Demokratîk e ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got dibe ku ev civîn rê li pêş civînekê di navbera Esed û Erdogan de xweş bike.

Serokê Şepêla Surî ya Çaksaziyê Şikrî Şêxan got "Der barê civîna îro, di navbera cîgirên her çar wezîrên derve yên Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îranê de, ew tenê ji bo anîna pêş ya hersu rejîmên Sûriyê û Tirkiyê ye. Herdu rejîm di rewşeke wêran a aborî, siyasî û civakî de ne. Piştî hilbijartinan, rewş dê zelaltir bibe û dibe ku civîneke lûtkeyê di navbera Erdogan û Esed de bê kirin."

Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî, Siyamend Haco ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa bandora jihevnêzîkbûna Tirkiye û Sûriyê li ser rewşa navçeyên Rojavayê Kurdistanê kir.

Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî Siyamend Haco dibêje "Eger lihevhatinek di navbera hikûmeta Tirkiyê û rejîma Sûriyê de çêbibê dê bandoreke mezin li Kurdistana Sûriyê de hebe, bandoreke mezin li ser wê herêma ku din bin kontrola Hêzên Sûriya Demokrat û PYDê de hebe. Em dizanin ji aliyekî ve Efrîn û Serê Kaniyê ku lihevhatinek çêbû, wê nîzam vegere vê herêmê. Ev şertekî nîzamiyê ye eger têkilî bi Sûriyê re bike yanî lihevhatinek çêbibe, şertê wan ew e ku hêzên Tirkiyê xwe vekişîne û hêzên Tirkiyê xwe vekişandin wê alîkariyên ji aliyên Tirkiyê ve werin sekinandin."

Çavkaniyên nêzîkî hikûmeta Sûriyê aşkere dikin ku şanda Sûrî 3 xalên sereke pêşkêş kirine ku rêzgirtina Tirkiyê li serweriya Sûriyê, xişteyeke demî ji bo vekişandina ji nav xaka Sûriyê û rawestandina piştevaniya grûpên opozisyona Sûriyê ye.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: ‘Kek Feyyaz Di Dilê Me De, Di Têkoşîna Me De Dijî
PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî
Piştî Kurdan Ereb jî konferansa xwe li dar dixin
Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene
Li asmanan li pey xeyalên xwe difire: 'Ez bi jinbûn û Kurdbûna xwe serbilind im'