Şivan Perwer li Parlamentoya Brîtanyayê hate xelatkirin

.

Li paytexta Brîtanya Londonê ji aliyê Centre for Kurdish Progress (CKP) li Parlamentoya Brîtanyayê, ji bo rêzgirtina 50 saliya hûnera hûnermendê navdar ê Kurdistanê Şivan Perwer bernameyek hate lidarxistin. 

Di bernameya ku hejmarek parlamenterên Brîtanî û civaka Kurd beşdarî kirin de, xelata Rûmetê bo hûnera Şivan Perwer pêşkeşî wî hate kirin. Siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Osman Baydemîr jî dema pêşkeşkirina xelata rêzgirtinê amadehî kir.

Şeva rêzgirtina hûnermendê Kurd Şivan Perwer şeva borî li Parlamentoya Brîtanya hate lidarxistin ku beriya wê jî 1ê Hezîranê li Dominion Centre ya li bakurê Londonê konserek dabû.

Li  ser sazkirina vê bernameya taybet CKP ragihandibû ku, “Em gelek serbilind in ku vê xelatê didin Şivan Perwer, kesayetiyek efsanewî ku muzîk û peyamên wî bo gelek nifşên Kurd û dostên Kurdistanê li çar aliyê cîhanê belav bûye. Dilsoziya Şivan a ji bo çand, zimanê Kurdî û têkoşîna ji bo edaletê bi rêya hunerê ne kêmî tiştekî bêhempa ye. Ev çalakî ne tenê rêzgirtinek ji bo karen wî yên bênavber lê di heman demê de ji bo rola wî ya daîmî wekî dengek ji bo gelê Kurd û çirayek hêviyê di demên dijwar de”.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle