Sîrwan Barzanî: Pêşmerge êrîş têk şikandin!

.

Fermandarê Hêza Pêşmerge ya Eniya Gwêrê Sîrwan Barzanî ragihand ku êrîşa çekdarên DAIŞê ya li herêma Çiyayê Qereçûxê hatiye têkşikandin.

Duh Înê danê êvarê komeke çekdarên DAIŞê li herêma Çiyayê Qereçûx a Mexmûrê êrîş birin ser çeperên Hêza Pêşmerge.

Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand, êrişa ku di derdora saet 23:30an de hatiye encamdan, hatiye bersivandin û çekdarên DAIŞê piştî şer û pevçûnên 20 xulekan ji aliyê Hêza Pêşmerge ve paş de hatine vekişandin.

Di êrîşa li Mexmûrê de Pêşmergeyek bi sivikî birîndar bû. Wezareta Pêşmerge ragihand ku rewşa Pêşmergeyê birîndar baş e.

Li aliyê din duh danê êvarê çekdarên DAIŞê li nêzî navçeya Pirdê ya Kerkûkê, gule li çeperên Hêza Pêşmerge reşandin.

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat ragihandin, di derdora saet 20:10an de êrîşa çekdarên DAIŞê hatiye têkşikandin û çekdarên DAIŞê reviyane.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin