Sîrwan Barzanî lihevkirina Pêşmerge û Artêşa Iraqê piştrast kir

.

 Fermandarê Eniya Mexmûr-Gwêrê ya Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî ragihand ku li ser xalên ewlehiyê yên Çiyayê Karajokê ya Mexmûrê bi artêşa Iraqê re lihevkirinek hatiye kirin.

Duh (01.11.2023) şandeke hevbeş a payebilind ku ji Serfermandarê Giştî yê Pêşmerge Yawerî Îsa Uzer, berpirsên Wezareta Pêşmerge, Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê lîwa Ebdulemîr Yaralla û Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Nînowa General Ebdullah Ramazan pêk dihat, serdana Eniya Mexmûr-Gwêr a Hêzên Pêşmerge kirin.

Fermandarê Eniya Mexmûr-Gwêrê ya Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî di daxuyaniya xwe ya derbarê serdanê de got, "Her du alî li ser diyarkirina xalên nû li Çiyayê Qereçoxê û çareserkirina pirsgirêkên derketine, lihevkirinek guncaw pêk anîn. Hevrêziya di navbera aliyan de berdewam e."

PKK hêzên xwe ji Mexmûrê vekişandibû

Di 19ê Cotmehê de, piştî ku PKKê ragihandibû ku ew hêzên xwe ji Mexmûrê vedikişin, 4 xalên leşkerî li Çiyayê Qereçoxê radestî hêzên girêdayî Firqeya 14 a artêşa Iraqê kirin.

Hêzên Pêşmerge amaje bi wê yekê kir ku, ew dever li gor rêkeftinên ligel Bexdayê di bin desthilata Pêşmerge de ye û ew xal ji wan re hatine veguhestin yan jî bi hevbeşî birêve diçin. Lê belê di vê mijarê de lihevkirinek pêk nehat.

Di 22ê Cotmehê de li Çiyayê Qereçoxê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de pêwendiyeke germ hebû.

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin