Sîrwan Barzanî: Bi destbikarkirina du lîwayên hevbeş kêşeya ewlehiya gundên sînorê madeya 140 çareser dibe

.

Heta niha piraniya gundên Kurdan ên li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, ji ber tunebûna seqamgîriya asayîşê, hatine valakirin.

Serperiştyarê Mîhwera Giwêr-Mexmûr Sîrwan Barzanî ji Kurdistan24ê re ragihand, beşeke mezin a xelkê wan gundan ketine valahiya ewlehiyê li navçeyên madeya 140 û ji ber tunebûna asayîşê, cihên xwe vala kirine.

Sîrwan Barzanî diyar kir, bi destbikarkirina du lîwayên hevbeş, rewşa wan navçetan dê baştir bibe û dikarin asayîş û aramiyê ji bo wan navçeyan dabîn bikin û xelkê wan navçeyan vegerin cih û warê xwe.

Li ser valakirina wan navçeyan, Sîrwan Barzanî eşkere kir, ji ber tunebûna hêzên pêwîst, hikûmeta Iraqê nekariye asayîşê ji bo hemû gundên wan navçeyan dabîn bike û tenê li ser cadeyên sereke, hinek xalên pişkinînê hene, loma ji bo silametiya canê xwe, welatiyên li wan navçeyan, gundên xwe bi cih dihêlin.

Sîrwan Barzanî destnîşan kir, hikûmeta Iraqê soza daye ku di demeke nêzîk de xebatên destbikarkirina du lîwayên hevbeş temam bike û budceya pêwîst ji bo wan dabîn bike.

Basnews

Kurdistan Haberleri

Ji ber gendeliyê bi dehan parlamenter û berpirsên Îraqî hatin desteserkirin
Egîdê Kurdan di boksê de bû Şampiyonê Cîhanê
Cenazeyê Pêşmergeyekî PAKê li otelekê hat dîtin
Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat