Ziryan Rojhilatî
Ketiye wextê xwe McDowall cografyaya Kurdistanê wekî hêleke lihevketina jeopolîtîk a di navbera sê navendên hêza herêmî ya li deşta Mezopotamyayê, baniya Anatolyayê û baniya Îranê de bi nav kiribû. Bi wateyeke din, her gava ku ew hêz li hev bikevin, perçiqandina şer Kurdistanê jî vedigire. Di rastiyê de ev yek ji bo şerên kevn ên wekî Îran û Romê yan jî Îran û Yûnanîstanê jî wilo bûye. Şerê 2026an ê Îranê jî careke din ev yek bi bîra me xist ku carinan cografya hukim dike, ne tenê biryara siyasî.
Şiroveya hejmarî û nehejmarî ya êrişan
Êrişên li ser Herêma Kurdistanê wekî diyar dibe di du qonaxan de zêdetir bûne lê bi giştî bilindbûn û daxistinek tê de tê dîtin. Dibe ku ev neîstîkrariya êrişan ji ber kêmiya hevahengiya di navbera Îran û komên wê de be lê ev yek her wiha nîşan dide ku hîn jî şiyana wan a ji bo êrişkirina ser Herêma Kurdistanê bilind e.
Her gava ku Amerîka û Îsraîlê êrişên xwe yên li ser Îranê zêde kiribin, êrişên li ser Herêma Kurdistanê jî zêde bûne. Di heftiya ewil de ku behsa îhtimala operasyona bejayî ya li dijî Îranê germ bû, 121 caran êrişî Herêma Kurdistanê hate kirin. Lê di sê heftiyên pişt re de hejmara êrişan heftane di bin 80î de ma û heta di heftiya çarem de tenê 34 êriş bûn. Dibe ku sedemeke kêmbûna hejmara êrişan a di maweya navîn de, ji ber çiriya êrişên Amerîka û Îsraîlê be. Di demekê de ku hejmara êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser komên çekdar û lîwayên Heşdî Şebî di heftiya ewil a şer de 35 bûn lê di sê heftiyên pişt re de bi giştî bûne 110 êriş. Ji bilî vê jî zêdebûna rêkarên hikûmeta Bexdayê ya li dijî hinek ji wan koman dikare bibe sedemek. Niha ducare êriş zêde bûne û ev yek nîşan dide ku yan Îran bi xwe zêdetirî caran vê dike, yan jî koman rêyeke zêdetir dîtine ku hikûmet nikare kontrola wan bike.
Êrişên li ser Herêma Kurdistanê di van qonaxên dawî de, bi taybetî ji heftiya pêncem ve ku ducare behsa îhtimala berfirehkirina şer germ bûye, gihîştine 113an û di çar rojên heftiya şeşem de jî 53 bûn.
Di nav 13 welat û herêman de ku Îran û komên wê yên alîgir di maweyê şerê 2026an de heta niha êrişî wan kirine, Herêma Kurdistanê li gel Îmarat, Siûdiye, Kuweyt, Qeter û Behreynê di rêza wan 6 cihan de ye ku herî zêde êrişî ser wan hatiye kirin. Herî kêm Supaya Pasdaran û Artêşa Îranê bi xwe 10 caran gotine ku wan êriş kiriye û herî kêm 5 komên çekdar behsa wê yekê kirine ku wan êrişî Herêma Kurdistanê kiriye. Ew kom jî Ketayîbî Hizbulah, Seraya Ewliya el-Dem, Eshabul Kehf, Ceyşul Xezeb û Ewliyaulah in ku dibe hinek ji wan tenê nav bin ji bo veşartina kiryarên rastîn ên êrişan.
Armanca êrişan
Ew êrişên ku Îran û komên çekdar ên alîgirên wê pêk tînin, bi du awayan di medyayê de behsa wan hatiye kirin: Yekem, ewên ku bi fermî tên ragihandin. Duyem jî ewên ku bi taybetî di destpêka şer de bêdengî li ser wan hatiye kirin bi wê hêviyê ku êrişên kêmtir li ser Herêma Kurdistanê werin kirin û rewş hîn gurtir nebe.
Wekî mînak, herî kêm 5 caran êrişî baregeha Serok Barzanî hatiye kirin lê nehatiye ragihandin. Her wiha herî kêm 2 caran êrişî bingehên Tirkiyeyê yên li Bamernê ya li sînorê parêzgeha Dihokê hatiye kirin lê di medyayê de kêm reng vedaye. Her ev yek bûye sedem ku amarên cuda derbarê hejmara êrişan de werin belavkirin.
Li gorî wan amaran ku "Navenda Lêkolîna Rûdawê" ji roja 28ê Sibatê ve heta nîvroya 07.04.2026an tomar kirine, herî kêm bi 474 mûşek û dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Ev ji xeynî wê yekê ye ku di 8 êrişan de hejmara dron û mûşekan nehatiye zanîn. Ev tê wê wateyê ku dibe hejmar gelekî zêdetirî tiştê li vir hatiye tomarkirin be. Lê ev amar agahiyên giring li ser arasteyên êrişan û taktîkên wan nîşanî me didin.
Dabeşbûna cografî ya êrişan bi vî rengî ye: Zêdetirî ji sedî 78ê wan li Hewlêrê, ji sedî 16ê wan li Silêmaniyê û nêzîkî ji sedî 5ê wan jî li Dihokê bûne. Yên din jî li wan cihan bûne ku bi fermî di sînorê îdarî yê wan parêzgehan de nînin, wekî Mexmûrê. Bi şêweyeke giştî; 28 cihên cuda li Hewlêrê, 11 cih li Silêmaniyê, 10 cih li Dihokê, 1 cih li Helebceyê û 3 cih jî li sînorê parêzgeha Nînowayê bûne armanc.
Ketayîbî Hizbulah wekî yek ji komên "mûqawemeyê ye" çend caran bi eşkereyî gotiye ku ew sînorê Hewlêrê zêdetir dikin armanc. Ji koma 474 dron û mûşekan, bi temamî nayê zanîn armanca ji sedî 37ê wan çi bûye, ev jî ji ber ku berî bigihin cihê mebestê hatine xistin yan jî zû ketine xwarê. Lê ji sedî 33yê wan (anku 156 dane) li cihên sivîl ketine. Bi giştî heta niha 16 kes şehîd ketin û zêdetirî 90 kes jî birîndar bûn.
Her wiha ji sedî 18ê koma giştî ya dron û mûşekan arasteyî kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê hatine kirin ku malbat û xizmên wan jî lê dijîn. Ji koma wan 86 dron û mûşekên ku li ser partiyên Rojhilat hatine pêkanîn; ji sedî 45ê wan ji bo Komeleyê ya li Silêmaniyê bûye, ji sedî 44ê wan ji bo Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) bûye û ji sedî 8ê wan jî ji bo Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bûye. Beşekî din jî ji bo Rêxistina Xebatê bûye û heta niha ti êrişa Îranê ya li ser PJAKê nehatiye qeydkirin. Dibe ku sedemeke vê cudahiyê ew be ku beşeke zêde ya êrişên li Hewlêrê ji aliyê pergala parastinê ve tên pûçkirin (loma hejmara armancên nehatine zanîn zêdetir in), lê li Silêmaniyê mûşek û dron kêm tên xistin.
Ji koma giştî ya 474 dron û mûşekan, ji sedî 12ê wan ber bi 8 armancên leşkerî hatine kirin. Ji wan jî herî kêm 5 bingehên hêzên Pêşmerge yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûne armanc ku ne beşek ji şer bûn. Di rastiyê de ev nîşan dide ku êrişa ser baregehên Pêşmergeyê Kurdistanê ne rûdaneke bi xeletî yan bi tesadufî bûye.
Di rastiyê de şerê Îranê beşek e ji hewlên endezyariya ewlehiyê ya nû ya herêmê. Wekî min berê jî di nirxandinekê de behs kiribû, Kurd niha li ser du-rêyaneke dîrokî ne: Yan dê li ser "hevsengiyeke lerzok" bimînin, yan jî dê di navbera bereyên dijber ên herêmê de biryara xwe bidin. Paşeroja Pirsgirêka Kurdan jî bi wê ve girêdayî ye ka di navbera cemserên hêzê de Kurd ber bi kîjan alî ve diçîn. Rewşa HSD/Rojava ya di meha Kanûna Paşîn a îsal de û rewşa Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî yên Rojhilat di vî şerê 2026an ê Îranê de nîşan da ku li vir li Rojhilata Navîn, di lîstika hêzên mezin de heta "bêalîbûn" jî ne karekî hêsan e, her çi qasî lîhandarbûnê jî baceke wê hebe. Ev e ew şîreta ku cografyayê ji bo Kurdistanê çêkiriye; ku hem derfetê dide hem jî metirsiyê!
Çavkanî: Rûdaw